Di 20’ê Gulana 1983’an de dewleta Tirkî êrişa xwe ya pêşî li derveyî sînor pêk tîne û di vê pêvajoyê de bêşensiyeke din ew e; fermandarê Koma Serhedê Yaşar Organ şehîd dibe. Dîsa di vê pêvajoyê de zor û zehmetiyên çêdibin, erkdarkirin û plansaziyên destpêkê…Rêber Apo 30’ê Çileya 1984’an civîna Navendî pêk tîne ku ev civîn bi awayekî ji awayan destwerdana van bûyeran e; bi vê civînê pêvajoya raborî tê rexnekirin û plansazî ji nû ve têne kirin. Li Lolanê civîna dawî ya navendê ya beriya pêngavê; amadekariyên dawî û plansaziya pêngavê.






