Bi êrişa Îsraîlê ya li dijî Lubnanê di hevsengiya herêmê de bûyerên nû rû didin. Di vê rewşa şer de PKK tevî komên Filistînê berxwedaneke mezin li Kelha Arnonê nîşan dide û şehîdên Tevgera Azadiyê çêdibin. Hin kadroyên PKK’ê êsîr dikevin û hin kadroyên pêşeng jî hema hema xwe rizgar dikin. Rêber Apo di nava vê atmosfera şer de tevdîrên xurt digire, bi cehd û hewldaneke mezin rê li ber çeperên nû û pozîsyonan vedike.
Rewşa li zindana Amedê xebatên vegerê yên welêt bi lez dike û Kongreya 2’an a PKK’ê pêk tê. Di nava Kongreyê de, di şexsê Semîr de têgihiştinên şaş tezahur dikin; têkoşîna li dijî vê paşverûtiyê û ji bo têkoşîneke serketî ya serdema nû biryara vegera welêt…






