Pêvajoya zewacê ya Rêber Apo bi Kesîre YILDIRIM re û bi vê re ji Enqereyê vegera Amedê bi awayekî careke din venegere. Piştî “Civîna 1973’an, beyana 1975’an û rêzeaxaftinên 1977’an” Rêber Apo li Amedê manîfestoya bi navê “Rêya Şoreşê ya Kurdistanê” amade dike û weke lûtkeya xebatên xwe yên navborî bi nav dike. Paşê manîfesto di hejmara pêşî ya kovara SERXWEBÛN’ê de têweşandin û bi vê digihîje ber destê tevahî kadro û sempatîzanan.
Û paşê, piştî gelek amadekariyan di 27’ê Mijdara sala 1978’an de li gundê Fîsê yê Licê yê Amedê bi wê xwegihandina hev a dîrokî, partîbûn pêk tê…