Rêber Apo bi pêşengiya Ethem Akçam weke qaçaxçiyekî derbasî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê dibe. Li vir kesên pêşî nas dike, dostaniyên destpêkê û malbata Elûş. Piştî Rojavayê Kurdistanê, derbasî qadên Şam û Lubnanê dibe û pê re komên Filistîniyan nas dike. Di hevdîtinên li vir de bi gelek hewldan û xebatan, îmkanên baregehan û perwerdeyê têne bidestxistin.
Rêber Apo dixwaze mudaxeleyî rewşa li Swêregê bike û ji bo vê jî kom bi kom kadroyan cara pêşî dikişîne qada Filistînê. Piştre li Tirkî rewşa awarte ya eskerî tê ragihandin û bi awayekî dijwar êrişî kadroyên PKK’ê dikin. Di vê pêvajoyê de gelek kadroyên pêşeng ên PKK’ê têne girtin.