Derbarê Me De

Rêûresma Ragihandina Azad a ku heqîqatê digere, wê digihîne civakan û dide jiyîn, ji ragihandina nivîskî bigre, ragihandina guhdarî, ji weşana ditwarî bigre heta weşana dijital bi her cur û rêbazên têkoşînê ve zêde dibe, mezin dibe û di doza gelê Kurd a mafdar de cihê xwe digre û didomîne.

Êdî çepereke nipînû ya vê şerê, weke divêtiya serdema ragihandinê ya em tê de yî, ji bo belgekirina heqîqatê, demande kirina serpêhatiyan û rast nivîsîna dîrokê pêwîst e. Komina Dokumanter a Şehid Gulîstan TARA ya ku xwe her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat rêxistin kiriye, tecrube û ezmunên dokumanteriyê yên di binesaziya rêûresma Ragihandina Azad a nîvsedsalî de berhev dike, arşiva dewlemend û kulliyata teorîk bi ser hev de tîne. Bi vî awayî li Kurdistanê bi komînbûyînê em ê mil bidin xebata dokumanteriyê. Bi rênîşaneriya heqîqatê, agahî û belge ve bi hêza dîtwarî wê xwe bigihîne civakan û bijî, bibe nirx, serpêhatî di bîra civakî de demande be, ji bo rast nivîsîna dîrokê jî wê gelek kêr bê.

Em bi navê Komîna Dokumanter A Şehîd Gulîstan TARA wekî perçeyekî rêûresma Ragihandina Azad êdî di têkoşîna lêgerîna heqîqatê ya bêaman û dijwar de em jî hen in.